REKLAM DAYÎN-XIZMETÊN ME       AGAHÎ-DERBARÊ ME DE       ONLINE REKLAM/LÊKOLÎN     AMEKIRINA POSTER, AFÎŞ     PEYWENDΠ            

Rûpela destpêkê

Di 3 gavan de reklama xwe bi hêsanî biweşîne

Weşandina hêsan û lêz

1- Cihê ku dixwazî reklama te were weşandin û tu dixwazî çend meh were weşandin qerar bide.

2- Hûn (an jî gor daxwaza we em) reklama xwe amade bikin û bişînin me

3- Berî ku hûn pereya (nirx) reklamê bişînin reklama we hefteyeke (7roj) di HAWAR NET an jî weşane ku hûn dixwazin de wê bê weşandin. Ger hûn ne memnun bin dikarin pere neşînin û dikarin dev ji reklam weşandinê berdin. Eger hûn bixwazin weşandina reklama we bidome dê hûnê di nava 7 rojan de pereyê bişînin dê weşandina reklama we dê bidome.

  

Ji bo çi reklam?

Di serdema me de reklam hêmanê herî girîng ya pêşketin û nasandinê ye. Şîrket-Kompany, dikkan, sazî û berhemên xwe bi reklaman dikarin bidin nasîn. Sazîyên we bi reklaman pêşdikeve, bi reklaman were nasîn û hûn bi reklaman qezenc bikin. Bo vê yekê Kurd divê medyaya xwe bikarbîne ku girsaya xwe yê pêywendîdar re bigehêje.

 

Ji bo çi reklama online?

Ji ber ku cîhana online der pêşaroje.
 
-Li cîhanê sektora ku herî zêde pêşdikeve înternet û medyaya online ne
-Girseya biqelîte û pêşketi di înternetê de kom dibin
-Înternet delfeta têkîlîya înteraktîf pêşkeş dike
-Pêkanîna reklama online hin erzantir û hêsantir e
-Encamên kampanyayan rasterast tê dîtin
-Delfeta 24 katjimêr,365 roj gihandin û guherandina reklaman

-Di reklama online de serlêder bi riya reklamê dikarin yekser biçin ser malpera we û agahîyên berfirehtir verbigrin.

 

Çima HAWAR NET û weşanên HKMG?

- HAWAR NET xîtabî her 4 perçeyên Kurdistanê û hemû Kurdên dervey welat li Ewrûpa û li cihên din weşanê dike. Yanî ne weşaneke lokal û herêmî ye. Ne derbarê deverêkê de weşanê dike. HAWAR xîtabî hemû Kurdan dike û bi her 2 zaravayên zimanê Kurdî di serî de Kurmanciya jorîn her wiha Kurmanciya jêrin(soranî) jî tê bikaranîn. HAWAR NET weşaneke giştî ye bo hemû çîn û beşên Kurdistanê û bo hemû kurdîaxifên cîhanê weşanê dike.

- HAWAR NET yek ji weşanê herî pêş ya di nava weşanên ku xwerû bi zimanê kurdî weşan dikin e. Her roj ji bi hezeran kes li HAWAR NET.com serlêdide û ev hejmer roj bi roj jî zêde dibe. (Nivîsek ser şopandina malperên Kurdî - Li ser xapandina îstatîstikên "Alexa" ên malperên Kurdî )

- HAWAR NET ne girêdayî partî an jî rexistinekê ye. HAWAR NET weşaneke HKMG ye û niha di banê HKMG de weşanên wek MÛZÎKKURD.com, KURDISTANNETEW.net ZANISTÛTEKNOLOJÎ.com, WÊJEÛZIMAN.com, SÎNEMA KURD.com, KURDISTANTIMES, , JINANE KURDO , ABORÎ NAS, MEDYAYAKURDI.com, KURDISTAN MALPER.com, DIROKUDEWLET, DFK , HAWAR TV hene û hemû wan weşanên HKMG hêz û bandora HAWAR NET jî zêde dike.

-HAWAR NET ji weşanên din yên Kurdî cûdatir e. Di warê îstiqrar û berdewamiyê de xwe îspat kiriye û her wiha di warên  bikaranîna metodên hemdem, şêweya ragihandina naverokê, dizayna malperê de li pêş e û ji xwe re medyaya online a cîhanê wekî bingeh digre û her tim xwe pêş dixîne. HAWAR NET li gel dizayna xwe ya pêşketî û weşandina nûçe û gotarên cur bi cur di gelek beşan de her wiha bi servîsên wek rewşa hewa yê rasterast, wênealbum, video,  înteraktîf, dosyayên taybet, nûçename, xaçepirs û hin beşên jî ji weşanên din yên medyaya Kurdî li pêş e û cûdatir e.

-HAWAR NET ser navnîşanên www.hawarnet.com,  www.hawardengubas.com û www.hawarkurdistan.com  weşana xwe 4 sale didomîne.

 

Reklamên ji hemû qadan

- Malper - Rojname - Kovar - Televizyon - Radyo -  Ajans: Reklam weşandin wê nasanidina malper, kovar an jî rojnameya we zêde bike û di gihêştina girseya ku divê hûn bigehêjin de alîkar be.

Profîla xwendevanan a HAWAR NETê ji ber bikaranîna me ya zimanê kurdî, him j ber ku HAWAR NET beyî ku ferqa îdolojî û çînî hebe xîtabî hemû Kurdan dike, him kesên ku di nava tevgera neteweyî ya Kurdan de aktîf, birêvebir, bibandorin weşana HAWAR NET dişopînin û ji ber vê yekê jî bandora HAWAR NET hê zêdetir dibe. Xwendevanên me xwedî amûrên satalaytî ne. Dê girseya ku hûn bi HAWAR NET bigehêjin dê ne tenê xwendevanên HAWAR NET, di heman demê de derdora xwendevanên HAWAR NETê bigehêjin. Her wiha bi reklam dayina we di HAWAR NET de, wê pêşketina nasnameya dezgehî a weşana we de û nîşan dayina serbixwe bûyina we de jî bibe alîkar.

- Weşanxane: Bi reklam weşandinê pirtûkên we bigihîne girseyên mezin, girseyên asta entellektuelî ve bilind û yên ku xwedî potanseyla kirîna berhemên Kurdî ne.

- Şîrketên Mûzîkê - Sînema - Hûnermend : Bo nasandina berhemên û xwe gihandina girseya herî guncaw.

 - Şîrketên Xwarin - Vexwarin -  Resturant - Cil -  Înşaat - GSM (Ragihandin) -  Tenduristî - Mobîlya - Bank - Emlak - Wesayit - Firîn(air) - Ger - Malperên firotinê - Danûstandin (shop) - Perwerde - Alavên malê - Telefon, Elektronîk - Kompîtergerî, Malpersazî : Bi weşandina reklamê hûnê xwe bêtir bidin nasandin. Berhemên we zêdetir bê firotin. Prestija we bilind be. Ji reqîbên we freqa we derkeve holê.

- Dezgeh - Komale - Sazî - Navend - Partî -  Rexistin - Şaredarî: Hûnê karibin kar û xebatên xwe, çalakî û bernameyên xwe, şev, konser û şahîyên xwe, proje û bangên xwe zûtir û hêsantir bigehînin girseyan.

 

Cih û nirxên reklaman

Nirxên reklamên HAWAR NET li gor bandora xwe di medyaya Kurdî de nirxên herî guncaw û erzan in.

Bo hemû cîh û stratejîya reklaman li gor standartên navneteweyî referans hatine girtin. Bi taybetî nirx û standartên wek şîrketên Google.

Bo HAWAR NET nirxên reklaman cûda ye û bo weşanên din ya HKMG  nirxên reklaman erzantir e.

Ger hûn dixwazin cîh û nirxên reklaman hîn bibin ji me re e-mail bişînin û emê ji we re tarîfeya reklaman bi tabloyeke li gor mezinahiyên reklaman bişînin.

Cihê ku dixwazin reklama we were weşandin ji wêneyan hilbijêrin.

Ger hûn bixwazin di HAWAR NET ê de reklamên xwe biweşînin bo agahî vergirtina cîh û nirxên reklaman de bi me re têkîlî deynin. 

Hûn dikarin hemû pirs,daxwaz û nêrîn xwe arasteyî me bikin û kitekitan bipirsin.

reklam@hawardengubas.com

agahi@hawardengubas.com

agahi@hawarnet.com

reklam@hk-mg.net

 

Reklama we wê çawa bê weşandin

-Ger hûn biryara reklam dayinê bidin û mezinahî û cihê reklamê hilbijêrin an hûn bixwe wêneyeke reklamê li gor mezinahiya cihê reklamê ku hûn diyar kirine amade bikin û ji me re bişînin dê reklama we di heman rojê de bê weşandin. Her dema ku hûn bixwazin reklamê biguherînin dikarin wêneyê nû bikin. Reklam dikare di formatên jpeg, gif, pna an jî flash  de binn. Lê reklamên flash zêde giranî û tavlihevî dide. Her wiha li gor lêkolînên pisporên reklaman reklamên sade, tekst(wek google) û yên ku xwendewanan nerihet û eciz nakin balê dikşînin. Lê dîsa dibe. Hûn dikarin li gor wan standartan reklamên xwe li gor mezinahîya ciha ku hûn hilbijartine amade bikin û di servera malpera xwe de bi cîh bikin û navnîşana vê reklamê(lînka bannera xwe) bişînin me. Bi vî avahî hûn dikarin rihetî ser reklamên xwe guhertinan çêbikin.

- An jî hûn bixwazin emê wêneyeke reklamê bo weşandinê amade bikin. Bo vê yekê divê hûn ji me re wêneyeke logoya we slogana ku hûn dixwazin bê weşandin û agahiyên derbarê reklameke çawa dixwazin bişînin dê emê amade bikin. Divê materyalên reklaman wek wêne,logo û tiştên wisa hûn bişînin me û fikra xwe ya ser reklamê jî vêbejin da ku bila reklambi çi avahî be.

- Wêneyê reklama we wê girêdayi malpera we me. Dema ku xwendevanên HAWAR NET ê ser reklama we bitiqînin.

- HAWAR NET bi pêkanîneke ewlehiyê jî pêşkeş dike. Berî ku hûn pereya (nirx) reklamê bişînin reklama we hefteyeke (7roj) di HAWAR NET de wê bê weşandin. Ger hûn ne memnun bin dikarin pere neşînin û dikarin dev ji reklam weşandinê berdin. Eger hûn bixwazin weşandina reklama we bidome dê hûnê di nava 7 rojan de pereyê bişînin dê weşandina reklama we dê bidome.

 

Malperên ku hûn dikarin reklama xwe biweşînin

NÛÇE, AGAHÎ

HAWARNET.com:Weşana nûçe, zanyarî û şîroveyên Kurdî ye. Bi rêkûpêkî li gor standartên navneteweyî û global weşan dike. HAWAR NET di çerçoveya ragihandina nûçeyan bo gelê Kurd ji Kurdistan û Cîhanê bi dosyayên taybet firehtir agahtir kirin û ronî kirina bûyer û pêşketinan û pêkanîna çavkanîyekî giştî neteweyî bo hemû Kurdan de weşan dike. Her HAWAR NET bo pêşketina mûzîk, wêje, sînema û bi giştî çanda kurdî berhem û hilberînên nû dide nasandin û di şêweya dayîna nûçe û nivîsan de metodên hewçerx tê bikaranîn.www.hawarnet.com

KurdIstanNetew.net:KURDISTANNETEW weşanekî fikrî û ramanîye.KURDISTAN-NETEW ji HAWARDENGÛBAS cûdatir bi giranî ser meseleyên di çerçoveya Kurdistanî de disekine û nûçeyên girîng û bibandor tê ragihandin.Di KURDISTAN-NETEWê ji nûçeyan zêdetir lêkolîn, şîrove û hûrnêrînan tê weşandin. KURDISTAN-NETEW di xêza parastina Kurdeyatî û Kurdistanîyetî, pêşketin û serxwebûnê de weşan dike.www.kurdistannetew.net

KURDISTAN TIMES.net: Weşana dîplomatîk a HKMG nûçeyî bi zimanê Îngîlîzî ye. News From Kurdistan in English Language,Kurdistan's News www.kurdistantimes.net

WEŞANÊN NÛÇE Û AGAHÎ YÊN TEMATÎK

MUZIKKURD.com: Di MUZIKKURD.com Albûmên nû, nasandina albûmên Kurdî, şîrove û gotarên ser Mûzika Kurdî, listeyên albûmên nû, nûçeyên dawî ji cîhana mûzîka Kurdî, hevpeyvînên bi hunermendên Kurd, jiyannameyên navên nemir ên mûzîka Kurdî, klîbên nû cîh digrin.www.muzikkurd.com

ZanIstûTeknolojî.com: Yekemîn Portala nûçe, agahî û nivîsên Zanist û Teknolojî ya Kurdî ye.www.zanistuteknoloji.com

KURDO:KURD ONLINE bi navê xwe yê kut kirî KURDO kom-portaleke gelek servîs û weşanên Hawar Kurdistan Media Group û naverokên cûda û giştî ye û wek kenaleke agahî-nûçe û kêf-bezm û ragihandinê ye. KURDO xwedî servîsên cur bi cur e. www.kurdo.hk-mg.net

JInane:Jinane weşaneke taybet e bo keç û jinên Kurd. Di JINANE de terîfên xwarinan, nûçeyên tenduristî, zayendî, civakî, xweşikî, malbatî û mode û her wiha pêşketinên derbarê cîhana jinan de tê weşandin. www.jinane.hk-mg.net

SînemaKurd.com:Nûçeyên nû ji sînemaya Kurdî û cîhanê. Dîroka Sinemaya Kurdî. Antolojîya Filmên Kurd cîh digre.www.sinemakurd.com

WêjeûZIman.com:Weşana wêje û zimanê Kurdî ye. Nûçeyên pirtûkên nû yên Kurdî û pêşketinên nû ji wêjeya Kurdî cîh digre. Her wiha helbest, çîrok,wêjeya klasîk a Kurdî jî cîh digre. www.wejeuziman.com

Aborînas:Yekemîn weşana aborîyê bi zimanê Kurdî ye. Nûçeyên derbarê aborîya Kurdistanê de tê weşandin. 

MedyayaKurdI.com:Malpereke ser medyaya Kurdî ye.MEDYAYAKURD.com yekem portala medyaya Kurdî ye.Naveroka MEDYAYAKURDI.com Dîroka Medyaya Kurdî,pêşveçûnên dawîn û navnîşanên hemû dezgehên medyaya Kurdî heye.www.medyayakurdi.com

DÎrok:Malpera dîroka Kurdistan. Nivîs, agahî, lêkolînên derbarê dîroka Kurd û Kurdistanê de cîh digrin.www.dirok.hk-mg.net

Dewleta KurdIstan:Zanyarîyên di derbarê dirok, Hikumet, Parlemen, Wezatet û hwd. ên Dewleta Federa ya Kurdistan de cîh digre. Weşanekî dîplomatîk e.

Hawar TV:  Televizyonana online a Hawar TV ser înternetê dest bi weşanê kir.www.hawartv.hk-mg.net

RadYoKurd: RadyoKurd weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e. Niha tenê bi avayekî online weşanê dike.

 

Çend reklamên mînak a IReklam û Renas Media

     muzikkurd.com